Вход


  • Страница 1 из 13
  • 1
  • 2
  • 3
  • 12
  • 13
  • »
Архив - только для чтения
Форум » Главные темы » Музыка » Тексты песен » Текст песен Sivan Perwer
Текст песен Sivan Perwer
slavДата: Воскресенье, 22.11.2015, 15:56 | Сообщение # 1
Группа: Модер
Сообщений: 10
Статус: Offline
Zembîlfiroş
Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş

Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere

Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare

Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike

Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e

Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J’ser toba xwe ez nayêm xwarê

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e

Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeştê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:00 | Сообщение # 2
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Xezal Xezal
Xezal Xezal de hayê hayê...
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê...
Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim
Cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..

Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal

Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû
Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..
Xezala min biyan e
Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:00 | Сообщение # 3
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Buharê hat Buharê
Buharê hat Buharê
Gul vebû li rûkê yarê
Wexta çavê min lêket
Aqil ji serê min çûbû derê
Buharê hat Buharê
M’gulek dî l’rûkê yarê
M’bala xwe da vê gulê
Ji dil de evîndar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhar hat tevb’gihayê
Tev girt çol û çiyayê
Buhar hate govendê
Govend qada mêra ye
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhara me şêrîn e
Tevde gîhayê hêşîn e
Keçê dilê min xweş ke
Giş bi kul û brîn e
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhar çi xweş û rind e
Tev girt bajar û gund e
Keçê te ez helandim
Carek serî limin hilde
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:00 | Сообщение # 4
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Behra Wanê
Oy… De îro mi go dilê min bû Behra Wanê
Kelemê derd û kulan e… oy…

De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin...
Ax were lê lê hesreta’m dayê oy...
De îro mi go çiya û zozan, şax û newal
Hemû mêl bûne li bende mane
De îro min go behra Wanê werdigere
Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê
Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya…
Were eman neman oy… hawar e limin lêlê dayê oy
De lê lê dayê oy nema...
De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma
Ezê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy
Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma
Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama
Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye
De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê
De minê bi Dilê Kurdistanê deveniştama
Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:00 | Сообщение # 5
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Ez keçikek gundî me
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im
Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im
Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im
Ava çem û kanî me birayêm hew zanim
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Min j’xortekî heskiribû
Ji malê meriyê me
Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min
Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min
Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan
Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran
Li her derê ava bin da nişkav dibistan
Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan
Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan
Lo bira derdo Şivano
Xozano bar girano
Bê waro perişano oo...
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:01 | Сообщение # 6
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Sebra malan kara xezalan
Sebra malan kara xezalan
Bi me xweş e wê nedin
Serê xwe rakir kete du ala
Lê li wê kes nebû xwedî
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Wexta min dît gelek pê şa bûm
Bi can û dil pê ra bûm
Hêsir ji rû jor de hatin xwa
Min nêrî lê beyan bû
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Min go can û ceger xwişka min
Hel wer ba min em rûnin
Serê xwe rakir kete du ala
Ka ji bo çi wê mijûl be
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

Gernas û mêrxas divê tu negrî
Şênî ku sax bin nema tu bimrî
Dujmin bi top û firok û leşker
Bombardiman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin jar û brîndar
Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin
Dexl û rez û pez tiştek nehiştin

Tazî û birçî kir banger û berf
Wan venaşêrin van şikeft û berqef
Li ser zikê xwe diçin bi mestî
Hin dest û hin pê, hin ser şikestî
Di şevreşan de gernas e rêber
Şêrê brîndar dema diçin şer

De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gelê hişyar e gelek giha ye
Tiving di dest e li ser çiya ye
Sêr û piling in hawîr dibazin
Doza me Kurdan serbest dixwazin
Bi xwîn nivisîn li ser zinaran
Livir nemaye cîyê neyaran
Bi qeşte dujmin qada me berde
Ev der welatê gernasê Kurd e
Qada me berdin ji bo me yekser
Em aştîxwaz in me navê ev şer
Em jî wekî we divên serbesti
Ma kî dixwaze dîlî û bindestî
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:01 | Сообщение # 7
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Ey Reqîb
Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr dike xwîna diyan me da rijan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Em xortên Midya û Keyxusrev in
Dîn îman û ha îman her niştiman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Lawê Kurd e, bûye ser pê wek şêran
Da bi xwîn neqşîn bike tacê cîhan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Xortê nuh tev hazir û amade ne
Canfida ne canfida her canfida
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:01 | Сообщение # 8
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Serfirazkin (Venseremos)
Îro gel dike şerê jînê
Hêz dike bi xurtî û ramanî
Bimre neyarê gela cunta
Bijî ‘Yekîtiya Popular’
Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî

Bi hurandin, bi girî fêde nakî
Hatin wê bibe sosyalîst
Wê sibe ji îro xweştir çêbe
Ewê dîroka min nû vebe
Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:01 | Сообщение # 9
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Lê Dotmam
Xeber hate min li ser eşqa dil
Eywax gul bû evîndara bilbil
Bilbil xema qet nakşîne ji gul
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam dayika me tev niştiman e
Diqîrî digazî li ber desta ne
Wê çawa bê sebra me Kurdan e
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan
Lê niştiman nadim bi hezar yaran
Bo azadî dil û canêm qurban
Bo rizgarî divêm axa goran
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:01 | Сообщение # 10
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Zembîlfiroş
Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş

Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere

Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare

Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike

Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e

Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J’ser toba xwe ez nayêm xwarê

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e

Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeştê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:01 | Сообщение # 11
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Ez nexweş im
Ez nexweş im gewra minê
Îro min go were ser min... ay…
Gewra minê min go wez nexweş im
De were ser min
Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min
Ax… çi ferman e bira oy…

Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû
Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin...
Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman
Eva serê çend û çend salên min temam
Min terka welatê xwe da
Ez perîşan im bira… ax çi ferman e dilo
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:02 | Сообщение # 12
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Qumrîkê
Qumrîkê ez romî me belê
Delalê ez romî me
Kumsor û efendî me belê
Kumsor û efendî me
Xulam çavên reşbelek
Aşiqa keçka gundî me

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra min nayê

Qumrîka li ser zinara belê
Delala li ser zinara
Kulîlka nava dara belê
Kulîlka nava dara
Heyfa çavên reşbelek
Ketiye destê neyara

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra (xewka) min nayê

Qumrîkê ser bi zêr e belê
Sîng dergeha bajêr e
Heyfa çavên reşbelek
Qumrîkê didin mêr e

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra (xewka) min nayê

Hinê bînin li teştê kin
Hinê bînin li teştê kin
Şîr û şerbetê çêkin
Kevçî bi kevî rûn lêkin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê zavê kin

Şarika bûkê heftreng e
Dayê rabe dereng e

Dawet hatî ber derî
Bîhna zavê pir teng e
Bîhna bûkê pir teng e

Ha dîlan dîlan dîlan
Stran dîlan û lîlan

Çi bûkekî delal e
Zava bû xwedî mal e
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:02 | Сообщение # 13
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Yek Mûmik
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we
Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we
Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we
Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we
Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me
Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we
Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me

Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek
Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek
Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:02 | Сообщение # 14
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Narîn
Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê
Ezê tu emelê dunyayê nakim
Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim
Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim
Ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim
Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana
Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn
Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne
De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb
Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne
Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne
Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne
Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne
Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne
Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn
Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn
Qîrînek tê

Qîrînek tê ji dûr welat
Nalîn diket deşt û newal
Gazî dike dibê: Welat
Kanî welat bimrim heval

Pi gotin tê ji yekî şivan
Pir dibêje li ser niştiman
Guh dirêjo gotin giro
Ka welatê te Kurdistan?
 
ezdihanДата: Понедельник, 23.11.2015, 20:02 | Сообщение # 15
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
Dilo ez bimrim
Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê
Li vê buharê dilo heyran li vê buharê
Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê
Hêsir li çavê min xweş in û neş in weke baranê
Weke baranê dilo heyran weke baranê
Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê
Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e

Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê
Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê
Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê
Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê
Li gulistanê dilo heyran li gulistanê

Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê
Li zivistanê dilo heyran li zivistanê
Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê
Wek goristanê bira hewar wek goristanê
Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê
Di dibistanê dilo hewar di dibistanê
Tirba Şivan hûnê çêkin li Kurdistanê
Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê
 
Форум » Главные темы » Музыка » Тексты песен » Текст песен Sivan Perwer
  • Страница 1 из 13
  • 1
  • 2
  • 3
  • 12
  • 13
  • »
Поиск:
up Администрация сайта www.ezdihan.do.am не несет ответственности за публикаций, сообщения и комментарий пользователей, а так же за статьи, новости и различные публикаций из потока: соц.сетей, различных СМИ и много другого.