Текст песен Sivan Perwer
|
|
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:02 | Сообщение # 16 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Kurdno rabin ji xewê (Xeberdan) Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn
Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye Bitlîs û Muş, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Ez Şivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo
Hevalê bargiran im Hevalê bargiran im, hevalê şoreşvan im Hevalê şoreşvan im hevalê şoreşvan im Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im
Qet zen nekin her weha, li şorên we guhdar im Li şorên we guhdar im li şorên we guhdar im Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im
Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan Çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan
Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im Şoreşger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:02 | Сообщение # 17 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Ala rengîn Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin
Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, nişana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin
Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê le bikin
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 18 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Mihemmedo Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo Wî de dayê bejna Mihemedê min nîşana serê çîyan Bejna delalê min nîşana serê çîyan
Wî de agir bikev mala van romiyan Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano... Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê bişewite bi kevir e
Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy Kelemê çavê dujminano
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 19 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Warê me ye Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me
Pezê me, pezê me Diçêriya li çiyayê me Talan kirin, girtin birin Agir berdan konê me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me
Zarokên me zarokên me Ji bir nakin ew rewşa me Perçiqandin jiyîna wan Xwestin vemirin ocaxên me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me
Mêrgê me na mêrgê me na Lê gul diçînin keçê me na Jêdikirin gulyê wana Ez j’bîrnakim zarîna wan Warê me ye Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 20 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Kurd in em in Gerçî toşî rencerayî û hesret û derdim emin Qet lades em çerxe siqlê nabezim merdim emin Ger le birsan û leber bêbergî îmro req helêm Nokerî begane nakim ta le ser herdim emin
Ax eman…. Ax Aşiqî çavî kejal û gerdnî pir xalnim Aşiqî kêw û talan û benden û berdim emin
Min lezencîr û tenaf û dar û bend bakim niye Letletim kin bimkujin hêsta delim Kurdin emin Mîmîcan Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan Xweş camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan
Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan Çi xweş li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan
Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan Gotin: Şivan Perwer Muzîk: Gelêrî
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 21 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Ehmedê Mala Mûsa Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê
Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim: Ew e mêrê bi sed mêran e Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne
Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê... Dilê min şewitî lê agir danê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê
Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî Berhevkar: Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 22 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Gulnîşan Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan Buhar e êvar e, sîyê girtî zinar e Keç û xort li seyranê
Ji xeynê me dost û yar e Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikem nîşan
Gulnîşan gulgulî, kesk û sor da xemilî Kesê Gulîşan nevê, ew delala vî dilî Kesê Gulîşan nevê ew serdilka vî dilî Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan Çavkanî: Hesenê Cizîrî Berhevkar: Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 23 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Mamê min Were dotmam were dotmam were dotmamê Tu kulîlka nava şax û zozan Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman... Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê
Wele dotmam ava şetê me şerbet e... Pêla navîn li ser hev kete Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê
Wele dotmam ava şetê me hêşîn e, pêla navîn ser û bin e Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Wela heke mamê min dotmama min nede min Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim Biqelibînim ser çemê Xalidikê… Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê…
Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê lê heke dotmama min nede min Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î Ax de dotmamê dotmamê Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê Gotin û Muzîk : Meryem Xan Berhevkar : Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 24 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Heybênin Heybênin bênin Kejawe bênin Ew kiçe mindal e dilî meşkênin Erê çinar û lawlaw Cana zerya nemawe Erê min bo kê digrim Kê bibe ya ma
Heybênin bênin Kejawe bênin Belê delên le bane Cana xum exime xwarê Erê xum eximê bawiş Gel gele darê Heybênin…
Erê delên lew bane cane şede herzan e Belê şidê qabilî bala berzan e Hey bênin, bênin
Belê dibên hingiv ket Canam le qutya şîn da Belê ê man çûn xazgînî Vala hatin bi şûn da Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Çavkanî: Tîpa Silêmanî (Enwer Qeredaxî) Berhevkar: Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:03 | Сообщение # 25 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Sarê Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e Sîyê girtî zinare Sî ket ber dîware Min bi heyrana gerdenê Wan biskê te yî li dar e
Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye Min go Sarê were vir Sûryoyî xeber daye Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye Em gelek ji hev hezdikin Ferqa dîn qet nemaye Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî Gotin û Muzîk: Gelêrî
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:04 | Сообщение # 26 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Hekîmo Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî…
Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî Wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî
Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne
Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî Wesmerê bîne şîrê teyrê barî, wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî
Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim… Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne Gotin û Muzîk: Evdalê Zeynikê Çavkanî: Şeroyê Biro Berhevkar:Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:04 | Сообщение # 27 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Seyran
Seyran meha seyran e Dema bihara gulan e Vebûn gul û gulxunçe Çirîka bibilan e Were evîn were ba min Jana dil axîna min Ez heliyam li ber evînê Dermanê dil bide min Heyva çarde çû were Dewir û dem nema bi me re Ez nexweş im bêhal im Beriya ku can bidim wer Gotin: Şivan Perwer Muzîk: Gelêrî
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:04 | Сообщение # 28 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Yaro Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro
Ezo şûne naçi verdi Yara rendek sujî verdi Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro
Yaro delalo rindek e Him alvoz û him hevalik e Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro
Xûda yarê min gunek e Gûzeka spî moreke Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Gotinû Muzîk: Gelêrî Berhevkar: Mehmet Çapan
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:04 | Сообщение # 29 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Lemlanetkem Lemlanetkem, suk were dest le milanit kem Xu min yexsîrî tu nîm, hewaley şêkanit kem Xu min yêxsîrî tu nîm hewaley kiwstanit kem
Qela û Sefîn beramber Yarekem e’bay kirde ser Bo xoy deçê bo seyran Minîş kirdûwe derbeder
Be danîşin du be du Kelegetî xal le rû Aşiqî le xwe birdû Bo ru awirim tê berbû
Ey gulî şaxî Sefîn, ey ciwanî şeqlawe were Were dilim be ax û keser e Were le ser Sefînewe birwane Wek evînî min çend kûr e Were were were ey hewar were
Hewlêr piştî çiya ye Nawerastî kela ye Mesîf ser banu ma ye Min Şeqlawem xûş dewêm Ji ber Leyla tê da ye Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Berhevkar:Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:04 | Сообщение # 30 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Gulîzer Dibêjin gul nexweş e wey gulîzeram Dibêjin gul nexweş e wey gul ez bimrim Rebenê bi bextê reş e Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Gula min gla zer e wey gulazerê Gula min gula zer e wey gulîzeram Ber çavêm here û were Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Gula min bê evîn e wey gulevînê Ez bûm Mem ew bû Zînê Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar
|
|
| |