Текст песен Sivan Perwer
|
|
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:04 | Сообщение # 31 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Hesenîko û Asê Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê…. Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniştîme li benda te me hoyê... Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke Wez kefîla heqê te me hoyê... Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê... Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê... û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê... Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê... Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno... Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê... Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê... Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê... Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê...
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:05 | Сообщение # 32 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Hay gidî Xeydokê Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman e Ji bo xatirê Xeydokê, eşîr tevda di şer da ne Bona çavê Xeydokê eşîr tevda di şer da ne Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû Bona çavê Xeydokê eşîr tevde têk ve çûn Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban Çi Xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurban Et di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan Hemû hatin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:05 | Сообщение # 33 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Dûzgî De bê wayiro Dûzgî Dûzgî Dûzgî Mekanê to berzo Xwe ser de qîmetê heyet velerzo Wazê topî xoma sera dûr berzo
De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro
De bê wayiro de bê wayiro Pelgê defterê radê orê dîwanî Gola Dêrsimî kena mawkê kamî Berkenê bergêy benê gavanî
De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro
Khêla Dêrsim sero mekanî Zalim ta ana rozî keno xan û xopanî Kafirî çi xwo ra vira kerda Kêla birêna, yaba vêlî
De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro
Ya Dûzgînê minê kemerî Ez û to kerdo amo verê têberî Ê te kerdo amo verê têberî Komê xo ra vazî xebera te xêrî Ev ri sê nîma te ro çavêyî serî
De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Gotin û Muzîk : Gelêrî (Dêrsim) Berhevkirin : Daimi Cengiz
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:05 | Сообщение # 34 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Bew Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem
Mizgîn mizgînî bew bew kiras hatewa Yarim le nêw hat sera datewa
Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem
Çîftî çawderî wey wey çi bînay çênî Xwuday wanê ser mergit naybênî
Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Gotin û Muzîk : Gelêrî (Soranî) Berhevkirin : Şivan Perwer-Rênçber Xoşnav
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:05 | Сообщение # 35 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Mîro Ez çûme kelê Kela li evrazî Dergeh asin e Kilîl dar û mazî Tu bi Xwudê mîro mîro Esmerê bixwazî
Ûy yeman yeman esmerê yeman Ûy yeman yeman esmera min yeman
Tev xweşî birin eman eman Tehlî bo me man Xweşî tev birin mîro mîro Rindî tev birin yeman yeman Tehlî bo me man Rindî tev birin mîro mîro Nexweşî bo me man Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:05 | Сообщение # 36 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Koçerê Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Pişta mala bênderê Eman eman koçerê
Beriyê xaniyê me bi kevot Pişta mala me bi kevot Melkê mewtê here jor Melkê mewtê were jor Da biçe seyra dawetan Xweziya min kejîyan firot
Eman eman koçerê Eman eman koçerê
Min dît li afirê gamêşa Te dî li afirê gamêşa Tilya min girt û kêşa Gava çavê min lê ket Şîşa dilê min êşa Eman eman koçerê
Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Pişta mala bênderê Eman eman... Gotin û Muzîk : Gelêrî Çavkanî: Hesenê Cizîrî
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:05 | Сообщение # 37 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Pawanekanî Pawanekanî dezirîngî tewa Qefle laya Hewlêr e egirê tewa Qefle laya Kerkûk e egirê tewa
Çavreşim wa were Bênxweşim zû were Emro ezîzim were Rûhîşîrînim were were were
A wan e zêrî hejdeh eyar e Yarekem bi naz û nazik û nazdar e
Çavreşim wa were Bênxweşim zû were Emro ezîzim were Rûhîşîrînim were were were
Ax eman nazdarim were Were ezîzim delalî ey gulî şaxî sefîn were Canim desotî be agirî to were ezîzim were
Ax eman nazdarim tu Dilşadî min perîşanim were Bangî le canekim bawere be dil perîşanim Wek cîhan bûme perwaneyî tu ey hewar Were ey ezîzim were
Le dûrî to ye şêt û şeyda mam Carî were hey canim çaw le rêka ma
Çavreşim wa were Bênxweşim zû were Emro ezîzim were Rûhîşîrînim were were were Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Şivan Perwer-Nazmî Nazim
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:06 | Сообщение # 38 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Mîrkut Mîrkut bînin vî yalî Nend û bendan vemalî Doxê bigrin û rakin Bila dangoh binalî
Him dano Him xwarino Him jîyano Kesê nekin Bê îmano Kesê bikin Jîn û jano
Ay ay ay ay......
Hey ne li mal e ne li mal e Lawik hate pêş mal e Ber bîna te bêhal e Ji kerba keçikê dinale Xwedê ava bike vê malê Keçikê bike bermalî
Danê me ye Pel kuteye Ew xwêdana Eniya me ye Axa naxwe Xatûn naxwe Ev jî keda Destê me ye
Lawno rabin dan lêdan in Tev lê bidin nan û dan in Zar û zêçên me birçî bûn Li payîz û zivistan in Spas ji xudayê xwe bikin
Daye me ev nan û dan e Bila emrê me wiha neçe Bê azadî bê îman e
Ay ay ay ay....
Nanê me ye Hem kute ye Noşîcan be Li canê me ye Me helal be Rizqê me ye De lê bidin Danê me ye Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Şivan Perwer
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:06 | Сообщение # 39 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Dîlberê Min dî di banga sibê da oy... Bi fîstanê gulgulî... hey Di ber min ra dibuhurî oy... Bû perpitiya vî dilî hey hey hey eman Carek limin mêzekir oy... Wan awiran limin çêkir hey... Ew dîlbera lihevhatî oy... Tîr berda dil perçe kir ax ax ax eman Haho ji derdê dîlberê oy... Ji evîne nayêm derê hey... Ji bo xatirê Feqiyê Teyran oy... Carek were vê derê hey hey dîlberê
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:06 | Сообщение # 40 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Şêxa Dînê Eman eman şêxa delal yarî kir... Ax lê tu yarî kir ax were lo ax Were min destê xwe avêt sîng û pela bişko qetiya Ax lê sîng sipî dikir hawer lê ax... Wele ev bêbavê bê esas û ewarê cîran û derdora me Li ber devê derî li min û şêxa delal ax lê gohdarî dikir Were eman ... ax eman eman hawer lê were lo lo... Wele gelî fesad û ewaran çûn cem bavê min û şêxa delal Ax lê fesadî kir ax were lê ax were lo ax Wele emê herdu biçin cem hakimekî adil mala wî ava bibe Bira bê vana herdu cihêl in ax lê nezan in ax ha wer lo lo Ava ji bona çavê te yî reş û belek, ji dêmane sorgulî û bejna te ya zirav Ma ne hersalê minê dinya gihirt û ax lê aqil ji vî kir Were eman... ax eman eman hawer lê were lo lo... ax şêx delalê Eman eman şêxa delal min go ez ne şêx im... Ax lê ne derwêş im ax were lê ax were lo ax Wele ezê rahêjim va xençera xençerekî heyderî bidim ser dilê xwe Dilê xwe rebenê ax lê biqelişim hawer lê lê... Wele ezê hemû derd û elem û keserê şêxa delal ax lê lê bavêjim Wele tu dibîne kambaxê malê me qeliyane Wele ezê nizanim derdê dilê xwe rebenê ax lê ji kê ra bêjim Hawer lê eman... şêx delalê Ax eman eman şêxa delal min go ev çi dar e Ax lê di hewşa we de ax were lê ax were lo Wele dar e vaye bi nava payizê dawiyê re pelê xwe weşandin Ax lê bi ser me de ax hawer lê Wele xwedê bike mirazê mirazxwaza mirazê min û şêxa delal di nav doşek û lihêf û balîfê ax lê qedîfe da Ax were eman... ax lê şêxa dînê
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:06 | Сообщение # 41 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Li eywanê xew kirî Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Dikim nakim ranabe loy loy, loy loy, loy loy loy cana min Xwelî li serê te kirin loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Diyarbekir ber avê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Çi yarek bejnzirav e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te dibe loy loy, loy loy, loy loy loy çavê min Tu hîn mayî di xewê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min
Deryê Ruhayê bilind e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Ev çi yareke rind e loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Xelk û alem zewicîn loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Tu hîn pepûk û kund e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:06 | Сообщение # 42 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Xezala min Xezala min, delala min konê bavê te çît e Xezala min delala min kon girêda bi şirît e Xezala min delala min tu rabe weris bîne Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne Were ba min bi min re bikene li nav kona kes nîne
Xezalê delalê wek sitêrkê li ezmana Mala barkir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana
Xezala min delala min evîn xweş e bi du dila Evîna me şan û şîn be bi bilûra şivana
Xezalê delalê were can lê hê lê can Xezalê delalê were can Evîn xweş e li zozanan li ber qiraxê çeman Evîn xweş e li zozanan lê Deşta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê Destê xwe bide min tu em biçin tev Şerefdînê
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:06 | Сообщение # 43 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Em ne xwînî ne Lê lê dayê ez destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser dim Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim Ax de menal menal lê dayikê Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax...
Gelî heval û hogiran hunê bi zixit û lîlan laşê me rakin Ala rengîn bi ser me dakin, gulek sor bi serê me de çakin Ax de menal menal lê dayikê Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax...
Heyran hûnê herin hevre doza xwe tev berdewamkin Bes e bêjin hûn pêşmergi em te ji bîr nakin Em sond dixwin te dilşad kin Ax de menal menal lê dayikê Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax...
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:07 | Сообщение # 44 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Dotmam Wey de dotmam, xweziya mala me cîranê mala hev biya ay... Wey de bira şîva şevê li me tinebiya Dotmama min tim û tim li ba min biya Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay...
Were dotmam ev çi kul e, çi ê, ev çi derd e way... De tuyê rabe çavê xwe kil ke Biskê xwe şeh ke, guliyê xwe berde De emê herin serê Xelatê Sîpanê Bibin mêvanê Siyabend û Xecê Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay...
Wey de dotmamê, xweziya çavê min birjiya Û ez nehatama wî alî Wey de minê dotmama xwe ya çavreş nedîta bi wî halî De çawa sala îsal wezê bê te derbaskim van cejn û vî sersalî Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay...
|
|
| |
ezdihan | Дата: Понедельник, 23.11.2015, 20:07 | Сообщение # 45 |
Группа: Админ
Сообщений: 293
Статус: Offline
|
Malan barkir Malan barkir lê lê çûne waran lê Dînê lê dînê lê Dînara min Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê Keçê lê rindê lê bermaliya min
Ez sewî me lo lo ber desta me lo Delalo delalo delalê min Brîndar im lo lo bê xwedî me lo Hevalo hevalo hevalê min
Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê Dînê lê dînê lê Dînara min Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê Keçê lê rindê lê bermaliya min
Jana te ya dil jana min e lo Delalo delalo delalê min Ger min nedin ne gunehê min e lo Hevalo hevalo hevalê min
Wî de mala min (Bavê Lalo) Wî de mala min Wî de mala min Mala bavê min mala mêran e eywax De here mala min hê hê…. Lê mala min mala mêran e De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo” De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane Guhê van gundan e de oy oy.. De mala bavê min mala mêran e De herê malan min hê hê…. Wî de mala min, mala min, mala min.. Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
Û çadira bavê Lalo danî li ber çema Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir Hatî kon û kozikê xwe danî cem me Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê Wezê ketime ber heyfa wê heyfê De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
De herê malan min mala min mala min, Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
Û çadira bavê Lalo danî li ser latê Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo Wezê dikevime ber heyra vê heyrê Û axalerkê me ser re dibêjin Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê Hoh oy de hoy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...
|
|
| |